Dadgeha Bilind: Nabe ku paşnavê Jinê bibe 'paşnavê malbatê'

Dadgeha Bilind: Nabe ku paşnavê Jinê bibe 'paşnavê malbatê'

Dadgeha Bilind destûr neda dayikekê ku paşnavê xwe bide zarokê xwe. Di sedema biryarê de Dadgeha Bilind got, "Paşnavê bav paşnavê malbatê ye û divê neyê guhertin."

Di dozeke li Stenbolê de dayikê xwest paşnavê xwe bide kurê xwe. Dadgeha herêmê ev daxwaz qebûl kir lê belê Dadgeha Bilind bi gotina "Bidestxistina mafê welîtiyê têra guhertina paşnav nake" biryar xera kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn bi biyarekê diyar kir ku dayikeke bi biryara dadgehê welîtiya zarokê xwe bi dest xistibe, dikare paşnavê bavê xwe bide zarokên xwe.

Yek ji pêkanînên vê biryarê li Stenbolê rû da. Jineke bi navê Hulya G. piştî ku cihê bû welîtiya kurê xwe E stend û xwest paşvanê wî biguherîne. 2. Dadgeha Huqûqê ya Esliyê ya Stenbol Anadolû, daxwaza guhertina paşnav qebûl kir.

Lê belê Muduriyeta Nifûsê li dijî vê biryara dadgehê derket û mijar çû ber destê Dadgeha Bilind. Daîreya 18. a Dadgeha Bilind, di çarçoveya dijderketina Muduriyeta Nifûsê biryar da û biryara dadgeha herêmî xera kir.

Dadgeha Bilind di biryara xwe ya bi sedem de ragihand ku paşnavê bav paşnavê malbatê ye û divê neyê guhertin.