Dadgeha Ûrmiyê 15 sal ceza da 3 girtiyên siyasî yên Kurd

Dadgeha Leşkerî ya Ûrmiyê 15 sal cezayê girtîgehê da 3 girtiyên siyasî yên Kurd û ji Girtîgeha Ûrmiyê sirgûnî Girtîgeha Bajarê Kirmanê kirin. 

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Dadgeha Leşkerî ya Ûrmiyê 15 sal cezayê girtîgehê da 3 girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navê Tahîr Xorşîdî, Mihemed Emîn Peyxamî û Farûq Şarwêranî û ew ji Girtîgeha Ûrmiyê sîrgunî Girtîgeha Bajarê Kirman kirin.

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Mihemed Emîn Peyxamî bi 4 salan, Farûq Şarwêranî bi 4 salan û Tahîr Xorşîdî ji bi 7 salan hatine cezakirin. Her wiha ew ji Girtîgeha Urmiyê şandine Girtîgeha Kirmanê.

Hate ragihandin ku ev her sê girtiyên siyasî yên Kurd bi hinceta ku alîkarî dane yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine cezakirin.

Girtîgeha Kirmanê li başûrê rojhilat ê Îranê ye û bi hezar 648 kîlometreyan dûrî Ûrmiyê ye.