Dadgeh di doza 46 rojnamevanên Kurd de wê li benda biryara DDB be

3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, di rûniştina doza der heqê 46 rojnamevanên Kurd hat vekirin de biryar da ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn were sekinandin.

3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, di rûniştina doza der heqê 46 rojnamevanên Kurd hat vekirin de biryar da ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn were sekinandin.

Sêyemîn rûniştina doza ‘Çapemeniyê ya KCK’ê’ ku 46 rojnamevanên Kurd lê tên darizandin, piştî ku dadgehên xwedî erka taybet hatin girtin, jinûve, destpê kir, li 3. Dadgeha Cezaya giran a Stenbol ya Çaglayanê hat dîtin. Di rûniştinê de rojnamevan û parêzer amade bûn.

Heyeta dadgehê diyar kir, ku lêkolîna li ser dosyayê ya li ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn e, ku îtirazên li ser dijberiya Destûra Bingehîn lêkolîn dike, didome. Dadgehê biryar da ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bê sekinandin û rûniştina dozê ji bo 11'ê Îlonê taloq kir.