DAŞI’yê ajanê MÎT’ê: Ji bo sîxûriyê çûme Sûriye
Çeteyê DAIŞ’ê yên ku amadekarî dikir li naveda bajarê Dusseldorf a Elmanyayê çalakî pêk bîne hate gitrin, dest bi darezandina wî hate kirin.
Çeteyê DAIŞ’ê yên ku amadekarî dikir li naveda bajarê Dusseldorf a Elmanyayê çalakî pêk bîne hate gitrin, dest bi darezandina wî hate kirin.
Çeteyê DAIŞ’ê yên ku amadekarî dikir li naveda bajarê Dusseldorf a Elmanyayê çalakî pêk bîne hate gitrin, dest bi darezandina wî hate kirin. Saleh A. yê ku berê di îfadeya xwe de gotibû ez ajanê MÎT’ê me, li dadgehê got ez ji bo xebatên sîxûriyê çûme Sûriyeyê.
Di meha Hezîrana 2016’an de 2 çeteyên DAIŞ’ê yên çalakgerên întixarî plankiribûn ku yek xwe li Bûlvara Heînrîch-Heîney a yek ji rêyên herî qelebalix ên bajarê Dusseldorfê xwe biteqîne û yê din jî li kesên birîndar gule bireşîne û bi teqemeniyan êrîş bike.
Lê polîsên Elman bi operasyonekî serdegirtinê li ser hucreyên DAIŞ’ê kiribû her du welatiyên Sûriyeyê kiribûn binçavan. Kesê sêyemîn ê çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Saleh A. ku têkildarî lêpirsînê dihat gerîn piştî ku li Fransayê xwe radestî polîasan kir û şûnde radestî Elmanyayê hate kirin.
Darezandina her sê çeteyên DIAŞ’ê duh li Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê hate destpêkirin. Saleh A. di îfadeya xwe de gotibû ez ji bo MÎT’ê dixebitim, vê carê li dadgehê jî got ji bo rêxistina sîxûriyê çûme Sûriyeyê.
Li ser pirsa dadger a “Ev kijan servîsa sîxûriyê ye û erka wê çiye? Çeteyê DAIŞ’ê Saleh A. berxiv da. Çeteyê DAIŞ’ê yê 30 salî got destpêkê ez beşdar Artêşa Azad a Sûriye bûm, piştre jî El Nûsra û herî dawî jî beşdarî nava çeteyên DAIŞ’ê bûme. Saleh A. li dadgehê got: “Ez ne terorîstim, tenê ji bo erka sîxûriyê çûme Sûriyeyê.”
LI GIRTÎGEHÊ GEF LÊ HAT XWARIN
Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Elmanyayê de Saleh A. li bajarê Wûppertalê tê girtin û diyarkiriye ku li girtîgehê hinek kesan jêre gotiye ku'Eger tu gelek baxivî, êdî qîza xwe nabînî' gef lêkirine û ji ber wê îfadeya xwe guhertiye.
Saleh A. li dadgehê ragihand ku sekvanekî yê girêdayî rejîma Esad kuştiye û wiha got: "Eger min ew ne kuştiba, wî yê min bikuşta" Di hinek dîmên ku li dadgehê hatîn nîşandan de Saleh A. di demê şer de tê dîtin.
'BI AGAHIYÊN MIN DAYÎ, POLÎSÊN TIRK OPERASYON LIDARDIXIST'
Meha derbasbûyî li gorî nûçeyekî ya li kovara Der Spîegel Saleh A. ji tîma lêpirsinê re ragihandiye ku Hamza C. ku bihevre hatibûn girtin got ku di Gulana sala 2014'an de derbasî Tirkiyeyê bûne. Bi berdewamî ev agahî ji lêpirsîna Elamn re parvekiriye;
"Piştî derbasî Tirkiyeyê bûm, weke veşartî bi Sîxûriya Tirk re min kar kir. Bi agahiyên ku min dabûn polîsan, polîsan operasyon lidar dixist û nêzî 50 endamên DAIŞ'ê binçavkirin. Lê belê gelek êrîşên ku di nava wan de Sefaretxamea DYA ji hebûn min nehişt pêk were."
Saleh A. piştre weke penaberekê derbasî Yewnanîstanê û ji wir ji derbasî Elmanyaê bûye û daxwaza parastinê kirîbû. Saleh A. piştî ku hatî Elmanyayê dest bi amadekariya êrîşa ku li Dusseldorfê bike, kir û li ser Facebookê bi navenda DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê peyama ku 'Ji bo çalakiyê hemû tişt amadeye" şandibû.
Tê payîn ku doza her sê DAIŞ'iyan ku li Dadgeha Bilind a Eyaleta Dusseldorfê pêktê heta dawiya salê berdewam bike.