DAÎŞ’ê li Xurmato du kes kuşt

Kesên ku xwestin cenazeyê cangoriyên li Xurmato bînin, rastî êrişa DAÎŞ’ê hatin. DAÎŞ’ê li vir 2 kes kuşt.

Duh çeteyên DAIŞ’ê li ser robarê Zerge ya li bajaroka Amirlî ya ser bi navçeya Xurmatoyê du masîvan kuştibû. Welatiyên ku îro ji bo girtina cenazeyan çûn deverê cardin rastî êrişa çeteyan hatin û du welatiyên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin di encama êrişa çeteyan de du welatiyan jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî pevçûn didomme.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, hêzeke ji lîwaya 52 ya ser bi Heşda Şeebî bi hewara xizmên kesên hatîn kuştin çûne û cenazeyên her du kesên îro hatin kuştin, anîne Nexweşxaneya Giştî ya Xurmatoyê.