DAÎŞ’ê li Samara û Tîkrîtê êrîşî artêşa Iraqê û Haşdî Şabî kir
Çeteyên DAÎŞ’ê duh şev êrîşî gelek gund û navçeyên li Samara û Tîkrîtê kir. Çeteyan derbeke giran li artêşa Iraqê û Haşdî Şabî dan.
Çeteyên DAÎŞ’ê duh şev êrîşî gelek gund û navçeyên li Samara û Tîkrîtê kir. Çeteyan derbeke giran li artêşa Iraqê û Haşdî Şabî dan.
DAÎŞ’ê li Germiyanê êrîşî pêşmergeyan, li Mexmûrê jî êrîşî hêzên Iraqê kiribû. Çeteyên DAÎŞ’ê duh şev êrîşî gelek gund û navçeyên li Samara û Tîkrîtê kir.
Hêzên artêşa Iraq, polîsên federal û hêzên Haşdî Şabî piştî êrîşê dest bi operasyonekê kirin û heta niha cenazeyê 42 leşkerên Iraqê dîtin. Tê diyarkirin ku 28 cenaze aîdî polîsên federal e.
Tê diyarkirin ku gelek leşker û polîsên artêşa Iraqê û endamên Haşdî Şabî jî winda ne.
Hate ragihandin ku hê jî gelek gund û navçe di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ye.