DAÎŞ'ê êrişî artêşê, pêşmergeyan û baregehên DYE'yê kir

DAÎŞ a ku li Iraqê ji nû ve ketiye nava liv û tevgerê êrişî artêşa Iraqê, pêşmergeyan û hêzên asayîşê kir. Li dijî baregehên DYE'yê jî li pey hev bi roketan êriş hate kirin.

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê ku di 1'ê Cotmehê de li paytext Bexdayê û bajarên Şîa dest pê kirin tevî îstifaya serokwezîr jî dewam dikin. Hefteyekê piştî destpêkirina xwepêşandanan, dewleta Tirk a dagirker di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Vê yekê kir ku DAÎŞ li Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji nû ve dest bi êrişan bike û li dijî pêşmergeyan, hêzên asayîşê û artêşa Iraqê êriş kir.

Çeteyên DAÎŞ'ê li Mûsil, Kerkûk, Enbar, Telafer, Tîkrît û li Başûrê Kurdistanê bajarên Xaneqîn, Kîfrî, Kelar, Xûrmatû, Diyala û Celavlayê êrişî hêzên pêşmergeyan û asayîşê kirin.

DAÎŞ'ê ku li bajarokê Gûlleco yê Kîfrî êrişî hêzên asayîşê kir, pêr li Celavlayê jî êrişî hêzên artêşa Iraqê û doh bi şev jî li heman herêmê êrişî pêşmergeyan kirin. Di êrişa doh bi şev de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan 2 pêşmerge jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmergeyan jî êriş piştrast kir.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAREGEHÊN DYE'YÊ

DAÎŞ'ê her wiha bi roketan êrişî baregehên DYE'yê yên li Iraqê kir. Bargeha Leşkerî ya Ayn el Esed a li wîlayeta Enbarê ya DYE'yê bû hedefa êrişa fuzeyan. Di êrişê de 5 fuze li baregehê ketin. Der barê encamên êrişê agahî nehate ragihandin.

Li dijî Baregeha Leşkerî ya Beled a li wîlayeta Selahaddînê jî bi roketan doh bi şev êriş hate kirin. Di êrişê de 2 roketên Katyûşa li baregehê ketin.

Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehat.