CSÛ têkîldarî vîzeyê bersiv da AKP’ê: Em ne li bazara Tirkan e

Ji ber ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê di serî de Kurd beriya qanûnên têkîldarî beşên muxalîf çêke û der heqê azadiya çapemeniyê de gavan bavêje ji YE serbestiya vizeyê dixwaze, nerazîbûn zêde dibin.

Ji ber ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê di serî de Kurd beriya qanûnên têkîldarî beşên muxalîf çêke û der heqê azadiya çapemeniyê de gavan bavêje ji YE serbestiya vizeyê dixwaze, nerazîbûn zêde dibin. Di daxuyaniya partiya CSÛ de ku şirîkê desthilatdariya li Elmanya ye, ji hikûmeta AKP’ê ya bêyî krîteran bi cih bîne serbestiya vizeyê dixwaze got’ em ne li bazara Tirkan e.’

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xrîstiyanan (CSÛ) Andreas Scheûner têkîldarî axaftinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlud Çavûşoglû yên di rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung de axivî, rexneyên hişk kir û got, “Tarza nû ya Tirkiye û Erdogan ger û ultîmatom in.”

Scheûer bal kişand ser daxuyaniyên hikûmeta Tirk ku dibêje heta meha Cotmehê bila biryara serbestiya vîzeyê bê dayîn, destnîşan kir ku ji ber rewşa heyî ya Tirkiyeyê wê serbestiya wê ya vîzeyê nîn be.

REXNEYA ‘EM NE LI BAZARA TIRKAN E’

Scheûer xwest ku Yekîtiya Ewropa (YE) bi awayekî eşkere li beramberî Tirkiyeyê xwedî helwest be, destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP’ê li gel qanûnên antî-teror û azadiya çapemeniyê, 72 krîteran bi cih bîne. Scheûer têkîldarî bicihanîna 72 krîteran a der heqê serbestiya vîzeyan jî got, “Em ne li bazara Tirkan e”, tarzê hikûmeta Tirk rexne kir.