Covîd-19: Herî kêm 240 hezar kes mirin
Li dinyayê 3 milyon û 424 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 240 hezar kes jî mirine. Desthilatardariya AKP û MHP’ê daneyan vedişêşe û hevgirtina civakî ya bi pêşengiya HDP’ê jî didome.
Li dinyayê 3 milyon û 424 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 240 hezar kes jî mirine. Desthilatardariya AKP û MHP’ê daneyan vedişêşe û hevgirtina civakî ya bi pêşengiya HDP’ê jî didome.
Pandemiya Covîd-19’ê li ser dinyayê bûye gefeke mezin. Li dinyayê 3 milyon û 424 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 240 hezar kes jî mirine.
Herî zêde li DYE mirov bi vê vîrusê ketine. Li gorî daneyan milyonek û 132 hezar kes bi vîrusê ketine û 66 hezar kes mirine. Bîlançoya Îtalya, Îspanya, Îngîltere, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê jî giran e.
TIRKIYE
Di nava raya giştî ya navneteweyî de jî tê diyarkirin ku rayedarên AKP û MHP’ê daneyên li Tirkiyeyê vedişêrin. Li gorî daneyên heyî li Tirkiyeyê 122 hezar û 392 kes nexweş ketiner û 3258 kes jî mirine.
KAMPANYAYA HEVGIRTINÊ DIDOME
Ligel ku desthilatdariya AKP û MHP’ê astengiyan dike jî hevgirtina civakî ya bi pêşengiya HDP’ê didome. Maseya Krîzê ya Wanê ya HDP’ê diyar kir ku wan li Wanê 5 hezar malbat tespît kirine, têkilî bi 2500 malbatan danîne û hevgirtin bi 1585 malbatan hatine kirin. Maseya Krîzê got ku “Me hevkariyeke maddî daye 920 malbatan, bi xebata kolektîf 665 kolî gihiştine ber destê malbatan.”
BÎLANÇOYA DINYAYÊ
Li DYE’yê milyonek û 132 hezar kes nexweş ketiner û 65.783 kes jî mirine.
Li Îtalyayê 207.428 kes nexweş ketine û 28.236 kes jî mirine.
Li Îspanyayê jî hate diyarkirin ku heta niha 25.110 kes mirine. Wezareta Tendirustiyê diyar kir ku 216.582 kes jî nexweş ketine.
Li Fransayê hejmara kesên bi vîrusê ketîn 167 hezar û 346 e û hejmara miriyan bûye 24 hezar û 594 hezar kes.
Li Îngîltere yê 177 hezar û 500 kes bi koronavîrusê ketine û 27 hezar û 500 kes mirine.
Li Elmanya yê hejmara kesên bi vîrusê ketîn 164 hezar derbas kir û hejmar miriyan jî gihişte 6736 kesan.
Li Belçîkayê 49 hezar û 517 kes bi vîrusê ketine û 7765 kes jî mirine.
Li Swîsreyê 29 hezar û 817 kes bi vîrusê ketine û 1754 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Hollandayê 40 hezar û 236 bi vîrusê ketine û 4987 kes mirine.
Hikumeta Îranê hejmara kesên bi vîrusê ketîn weke 96 hezar û 448 kes û hejmara miriyan jî weke 6156 kes da diyarkirin.
Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrusê ketîn gihişte 124 hezar û 54 kesan. Hejmara miriyan jî gihişte hezar û 222 kesan.