Coşa Newrozê didome

Coşa Newrozê didome

Coşa Newrozê didome. Li Sêrt, Şirnex, Silopî, Hezex, Farqîn,Beyoglu, Kadikoy û Bahçelîevlerê agirê Newrozê hate hilkirin û welatiyan govend girt. Li Turgutluyê jî ji bo pîrozbahiya 20'ê Adarê cîvîna gel pêk hat.

Li Sêrtê bi sedan kesan li Qada Newrozê agir hilkirin û Newroz pîroz kirin. Li taxa Gazîpaşa ya Şirnexê jî bi hezaran welatiyan agirê Newrozê hilkirin û govend girtin. Li taxa Cûdî ya navçeya Silopiyê ji Rêxistina BDP'ê ya navçeyê pîrozbahiya Newrozê organîze kir. Di pîrozbahiyê de bi sedan welatiyan li dora agir bi sloganan govend kir. Pîrozbahiyên heta derengî şevê berdewam kirin polîsan bi bombeyên gazê û wesayîtên zirxî êrîşî pîrozbahiyê kir. Ciwanan ji bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiva polîsan da.

Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê jî bi heman armancê bi sedan welatî hatin cem hev û agir hilkirin û govend giritn. Li gundê Reşik ê navçeya Farqînê ya Amedê jî zêdehî 2 hezar kes hatin cem hev û bi slogan û tîlîliyan agirê Newrozê hilkirin û govend girtin. Li taxa Haciahmet a navçeya Beyoglu ya Stenbolê jî bi sedan welatî hatin cem hev Newroz pîroz kirin. Li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê jî bi sedan welatiyan Newroz pîroz kir. Rêxitina BDP'ê ya Kadikoyê jî li Semta Fîkîrtepe bernameya Newrozê li dar xist. Welatiyê tevlî bernameyê bû li dora agir govend girtin û slogan qîr kirin.

Di pîrozbahiyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Newroz Pîroz be" û "Bi can bixwîn em bi te re ne ey Ocalan" hatin bilind kirin. Welatiyên tevlî pîrozbahiyan bûn kincên gelerî li xwe kirin.

Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî Rêxistina BDP'ê ya navçeyê li Salona Konferansê ya Musa Anter civîna gel li dar xist û di civînê de têkildarî pîrozbahiya dê di 20'ê adarê de li dar bixin biryarên peywirdayînê hatin kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Turgutluyê Şukru Gulmez daxuyaniyekî kin da û xwest k hemû kes bi awayekî rêxistinî tevlî pîrozbahiyê bibin.