Ciwanên Welatparêz greva birçîbûnê ya Silêmaniyê dewr girtin

Li Silêmaniyê greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê di roja 152’an de didome. Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz çalakî wergirtin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê li Silêmaniyê di 12’ê Kanûna 2018’an de greva birçîbûnê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 152’an de didome û koma 77’emîn çalakî wergirt.

Ciwanan bi sloganan ‘Bijî Serok Apo’ çalakî wergirtin. Ciwanê bi navê Ehmed Bekir li vê derê axivî û got ku “Ev çalakî ji bo gelê Kurd û mirovayetiyê ye. Em bang li ciwanan dikin ku ji bo rakirina tecrîdê bila tevlî berxwedanê bibin.”