Ciwanên şoreşger ji bo 9’ê Cotmehê çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGH-DGKH) ragihandin ku ji bo 9’ê Cotmehê Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 13 çalakî kirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê koordînasyona her du tevgeran ve hate dayîn, di navbara dîroka 6-13’ê Cotmehê de di serî de li Stenbol li 13 bajaran çalakî hatine kirin.

DGH – DGKH ragihandin ku çalakî ji bo 9’ê Cotmeha 1998’an Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Di encama çalakiyê de 8 kargeh û wesayîtên hatin zelalkirin ku ‘hevkarên’ dewletê ne hatine şewitandin. Li gelek cihan jî nivîs û pankart daliqandine.

Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne:

“6’ê Cotmehê saet 00:00’an li dijî kargeheke kozmetîkê ya li Taxa Esenevler a Umraniyeyê çalakiyek hatiye kirin. Di encama çalakiyê de kargeh bi temamî hatiye hatiye îmhakirin.

6’ê Cotmehê saet 20:30’î kargeheke ya hilberandina amûrên plastîk a li Taxa Vatan a Bayrampaşa ya Stenbolê hatiye şewitandin. Di encama şewatê de kargeh bi temamî bêkêr bûye.

7’ê Cotmehê saet 15:30’î li dijî kargehek ya plastîkê ya li Antalyayê çalakiyek hatiye kirin. Di encama çalakiyê de ziyaneke mezin gihiştiye kargehê.

7’ê Cotmehê li ser rêya Seyhan a Edeneyê pankarta bi nivîsa ‘Komploya Navneteweyî şermezar dikin’ hatiye dawliqandin, dirûşm hatiye qîrkirin.

8’ê Cotmehê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 3 wesayîtên hevkaran hatiye şewitandin û bi temamî bêkêr bûye. Çapemeniya Tirk bi ti awayî behsa vê nekiriye.

8’ê Cothemê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê 2 wesayîtên kesên demek dirêj in li gel TC’ê kar dikin hatine şewitandin.

8’ê Cotmehê li navçeya Beyoglû ya Stenbolê 3 wesayîtên hevkarên AKP-MHP’ê hatine şewitandin.

9’ê Cotmehê li navçeya Ortaca ya Mûglayê depoyeke ya firina nan hatiye şewitandin. Di encama şewatê de bi temamî depo îmah bûye.

9’ê Cotmehê yekîneyên me li taxên Rezan, Fatîh, Selahattîn Eyubî, 5 Nîsan nivîs li ser dîwaran nivîsandine.

10’ê Cotmehê yekîneyên me li navçeya Alîaga ya Îzmîrê agir bi kargehekê ya rohn dihilberîne xistine. Di encama çalakiyê de ziyanên mezin gihiştine kargehê.

11’ê Cotmehê li navçeya Başîskele a Kocaelî agir bi kargeheke ya vegerandina amûran hatiye xistin. Di encama çalakiyê de kargeh bêkêr bûye.

12’ê Cotmehê yekîneyên me agir bi fîrmaya mobîlya ya li Umarniye ya Stenbolê xistine. Di encama şewatê de hemû amûrên fîrmayê şewitîne.

13’ê Cotmehê di saetên sibê de yekîneyên me kargehek ya çêkirina paletan a li Taxa Sogutler a Kocaeliyê şewitandine. Di encama çalakiyê de hemû palet şewitîne.”