Ciwanên MŞD’ê kongreya xwe ya 1’emîn li dar xistin

Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ya Meclîsa Şengalê ye Derveyî Welat (MŞD) li bajarê Lohne yê Elmanyayê kongreya xwe ya 1’emîn li dar xist.

Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ya Meclîsa Şengalê ye Derveyî Welat li bajarê Lohne yê Elmanyayê kongreya xwe ya 1’emîn li dar xist. Endamên Hevgirtina Ciwanên Êzidxan jî di kongreyê de amade bûn.

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û azadiyê dest pê kir. Hevserokê MŞD'ê Fîkret Îgrek piştî hilbijartina dîwanê axivî bal kişandin ser rêxistinbûna ciwanan. Îgrek diyar kir ku divê ciwan li ser parastina nasname, ol û neteweya xwe bisekinin.

Hevserokê MŞD’ê Fîkrek Îgrek her wiha diyar kir ku rewşa niha ya Êzidiyan ji dema beriya fermanê baştir e û got "Civaka me ya Êzidî li Şengalê êdî xwedî îrade û biryar e. Gelê me li ser paradîgmaya demokrasiya konfederal xwe bi rêxistin kiriye û ew ê nehêle ku careke din ferman lê rabe." 

Îgrek bal kişand ser vî tiştî ku bersiva herî xurt a ji bo dijmin ev e ku, ciwan divê ji bo jiyan û Êzidxaneyeke azad xwe bi rêxistin bikin.

Di kongreyê de 17 kes ji bo rêveberiyê, 2 kes ji bo berdevkiyê hatin hilbijartin. Di kongreyê de 5 komîsyon jî hatin avakirin.