Ciwanên li Den Haag lez dane xebatên xwe yên hilbijartinan
Li bajarê Den Haag ê Hollanda ciwanên hatin gel hev, komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Li bajarê Den Haag ê Hollanda ciwanên hatin gel hev, komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Li bajarê Den Haag ê Hollanda ciwanên hatin gel hev, komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
Ciwanan di çalakiya xwe de têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê biryar girtin. Ciwanan diyar kirin ku wê sekneke pêşeng nîşan bidin û di pêvajoya hilbijartinê de xebateke aktîf bimeşînin. Ciwan wezîfeya veguhastina sindoqan de wê bigirin ser milên xwe.
Wê ciwan malbat, derdora xwe ya nêz û hevalên xwe yên dibistanan jî tevlî hilbijartinê bikin.
Ciwanan biryar girtine ku wê tevna civakî jî bi awayekî aktîf bi kar bînin û bi rêya Facebook der barê xebatên xwe de agahiyan bidin.
JI BO CIHGIRTINA DI XEBATAN DE
Kesên bixwazin di xebatên HDP’ê de cih bigirin dikarin serî li sazî û dezgehên girêdayî Yekîtiya Hêza Demokratîk bidin.
Ciwanên HDP’yî di çalakiyê de banga dengdayînê kirin û gotin ku pêwîst e mirov bibe dengê kesên hatine qetilkirin.