Ciwanên Kurd li Zurîhê komkujiya li Parîsê protesto kir

Ciwanên Kurd li Zurîhê komkujiya li Parîsê protesto kir

Li bajarê Zurîha Swîsreyê komek ciwanên Kurd komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan protesto kir.

Bi banga Komalên Ciwanên Swîsreyê duh saet di 19.00 de ciwanên Kurd li hev kom bûn û Partiya Maoîst-Komunîst û komên dijî dijî faşîstan ên Swîsreyî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakiya ciwanan heta saetên derengiya şevê li ber konsolosxaneya Tirk a li Zûrîhgê berdewam kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “Şehdî namirin” hatin qêrîn. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û komkujî bi tundî hate şermezarkirin.

Ciwan piştre vegeriyan navendê û heta derengiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Ciwanên Kurd bang li Kurdistaniyan kir ku roja şemiyê li Parîsê bin û tevlî xwepêşandana mezin bibin.