Ciwanên Kurd li pêşiya avahiya şaredariya Hambûrgê çalakiya protestoyî li dar xistin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Ciwanên Azad ên Honnover û Ciwanên Azad ên Hambûrg li gel hev li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya protestoyî li dar xistin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Ciwanên Azad ên Honnover û Ciwanên Azad ên Hambûrg li gel hev li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya protestoyî li dar xistin.

Ciwanên ku bi dirûşmeyan ketin avahiyê li hember qetlîaman bêdengbûna raya giştî ya Elmanya protesto kirin û qetlîam şermezar kirin. Nêzî 50 ciwanên ku çalakî pêkanîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û pankarta “DAÎŞ+Erdogan+ AKP= Faşîzm” li avahiyê daliqandin û dirûşmeyên “Bila dawî li qetliamên Kurdistanê werin”, “ Qatil Erdogan” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” qîr kirin.

Polîsên Elman ê destwerdana çalakiya ciwanan kirin, 3 ciwanên Kurd binçav kirin. Bi destwerdana polîsan re, ciwanan bersiv da û çalakiya rûniştinê di avahiyê de dan destpêkirin. Rexmê hemû destwerdanan jî ciwanan bi biryardarî çalakiya xwe domandin.

Ciwanan çalakiya xwe bi dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana gelê Kurd re bi dawî kirin.

...