Ciwanên Kurd li Parîs û Zurîchê ji bo Şengalê daketin qadan

Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, tevgerên ciwanên Kurd ji bo xwedîderketina li Şengalê daketin qadan.

Li dijî lihevkirina PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê û veguhastina bi hezaran leşkerên Iraqî ber bi Şengalê ve, li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê meşek hate lidarxistin.

Ciwanan danê êvarê saet di 18:00 de li ber gar a trenê dest bi meşê kirin û pankarta bi nivîsa "Stop au massacre de Şengal" (Komkujiyên li ser Şengalê bisekinînin) hildan û bi gelek zimanan pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hildan.

Ciwanan di dema meşê de ji bo demeke kurt rê li trafîkê girtin.

Ciwanan xwestin, "Lihevkirina li ser Şengalê" bê betalkirin û "Hurmet ji vîna gelê Şengalê re bê nîşandan" û diyar kirin ku heta ev daxwazên wan bên qebûlkirin wê bênavber çalakiyan bikin.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê jî Tevgrea Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo Şengalê çalakiyek li dar xist.

Ciwanan pankarta bi nivîsa "Li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê yên li Şengalê û Rojava tên kirn dengê xwe bilind bikin" hildan û ji ber strasyona trenê ya navendî ya Zurîchê dest bi meşê kirin.

Ciwanan dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bimire xiyanet" û "Freîheît fur Ocalan, Frîeden în Kurdistan" qîriyan.

Çalakiyê nîv saetê li nava bajêr dewam kir û bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.