Ciwanên Kurd li NY çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xist
Ciwanên Kurd bêdengiya NY a li dijî êrîşên dewleta Tirk a bi ser Efrînê protesto kirin û li pêşiya Netewên Yekbûyî çalakiya xelek lidar xist.
Ciwanên Kurd bêdengiya NY a li dijî êrîşên dewleta Tirk a bi ser Efrînê protesto kirin û li pêşiya Netewên Yekbûyî çalakiya xelek lidar xist.
Nerazîbûnên li dijî bêdengiya Netewên Yekbûyî ya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser Efrînê zêde dibin. Komeke ciwanên Kurd bi armanca protestokirina bêdengiya NY a li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê li pêşiya Ofîsa NY a li Cenevreyê çalakî lidar xistin.
Ciwanên Kurd alên YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û li bendên li pêşiya NY xelek çêkirin. Ciwanên Kurd bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û ‘Tirkiye qetil dike, Ny bêdeng e’ bêdengiya NY şermezar kirin.
Ciwanên Kurd di çalakiyê de bang li NY kir ku li dijî dewleta Tirk bikeve tevgerê û ev peyam dan; “Eger NY bêdeng bimîne û komkujiyan erê bike wê çalakiyên me hê bêhtir bi bandor bidomin.”
Ciwanên Kurd di encama mûdaxeleya polîsan de dawî li çalakiyê anîn û li gorî agahiyan, polîsan hinek ciwanên Kurd binçavkirine.