Ciwanên Kurd li Marsîlyayê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirk û nokeriyê li bajarê Marsîlya yê Fransayê du çalakiyên cuda kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirk û nokeriyê li bajarê Marsîlya yê Fransayê du çalakiyên cuda kirin.
Aktîvîstên TCŞ'ê êvara 10'ê Gulanê li herêmên Belle de Mai û Marîgnane yên Marsîlyayê li hev kom bûn û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.
Ciwan li herêma Belle de Mai di çarçoveya pêngava Nehêle" de bi şiyara "Destûrê nede dagirkeriyê" li hev kom bûn û rê li trafîkê girtin.
Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û TCŞ'ê hildan û pankartên "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime" hildan. Ciwanan nêzî 10 deqeyan rê li trafîkê girtin.
Heman rojê çalakiyeke din li herêma Marîgnanê pêk hat. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Fedenf Mexmûr" bi pirekê ve kirin û bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li Başûrê Kurdistanê.