Ciwanên Kurd li ber avahiya CSU çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd li ber avahiya CSU çalakî li dar xistin

Ciwanên Kurd li Eyaleta Bavyera bajarê Munîh li navenda partiya CSU ya yek ji şirîkê hikûmeta koalîsyonê ye çalakiya rûniştinê pêk anîn. Ciwanan gotin ku heta bi rayedaran re hevdîtinê pêk neynin wê avahiyê terk nekin.

Endamên YXK û Ciwanên Azad, bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ li Eyaleta Bavyera bajarê Munîh li navenda partiya CSU ya yek ji şirîkê hikûmeta koalîsyonê ye çalakiya rûniştinê pêk anîn. Ciwanên ku niha li avahiya partiyê ne gotin ku heta bi rayedaran re hevdîtinê pêk neynin wê avahiyê terk nekin.

Ciwanên Kurd dixwazin,  Elmanya li hember çeteyên DAIŞ alîkariya leşkerî bidin YPG’ê.

Li gel vê ku çalakiya ciwanan li avahiyê didome Kurdên li bajêr jî li ber avahiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.