Ciwanên Kurd Konfederasyona Sendîkayên Elman dagir kirin

Ciwanên Kurd Konfederasyona Sendîkayên Elman dagir kirin

Li bajarên Elmanya Dusseldotfê komeke ciwanên Kurd avahiya Konfederasyona Sendîkayên Elmanyayê (DGB) dagir kirin û dest bi çalakiyê kirin. Ciwanan di çalakiya xwe de ji sendîkaya ku 9 milyon endamên wê hene xwest ku ji bo Kobanê zextê li Elmanyayê bike.

Bi pêşengiya Yekitiya Xwendekarên Kurd û Ciwanên Azad, nêzî 35-40 ciwanên Kurd, avahiya DBG ya ku mezintirîn sendîkaya Elmanyayê ye dagir kirin û di avahiyê de çalakî dan destpêkirin.

Rêveberên konfederasyona mezin a ku ji 8 sendîkayan pêk tê, yên Duselldorfê hevdîtina bi ciwanên Kurd re qebûlkirin û guhdarî daxwazên ciwanan kirin. Ciwanan ji konfederasyonê xwest ku ji bo hevdîtina bi Kurdan re zextê li hukûmetê bike.

Rêxistina Young Struggle, Rêxistina Ciwanên Die Linke (Partiya Çep) û  Roth Antifa destek dan çalakiya ciwanên Kurd. Di hevdîtinê de ev daxwaz hatin kir:

“Divê hukûmetê hevdîtinê bi Kurdan re bike, ji bo Kobanê bicive û zextê li Tirkiyey êbike ku ji bo Kobanê korîdorekê veke, bila ji ber têkiliyên Tirkiyeyê yên bi DAIŞ’ê re careke din li ser têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bifikire.” Çalakgeran da zanîn ku ew dixwazin çalakiay xwe ya li DGB’ê bidomînin.

Li Kasselê jî ciwanên endamên YXK’ê avahiya partiya SPD ya ku hevpara hukûmetê ye dagir kirin. Nêzî 20 çalakger saet di 09:00 de çûn avahiya SPD’ê û dagir kirin. Ciwanan, ji rayedaran bi Ilona Holsten re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin bi qasî du saetan berdewam kir û ciwanan daxwazên xwe pêşkêş kirin.

YXK Kassel de iktidar ortağı SPD’nin bürosunu işgal etti.  20 kişiden oluşan grup saat 09:30’da büroya giderek, büro yetkililerinden Ilona Holsten ile görüştü. Yaklaşık 2 saat süren görüşmede YXK’li gençler taleplerini iletti.

Ciwan xwest k uhemû cure alîkarî bidin Kobanê û xwestin ku Elmanya zextê li NATO û Tirkiyeyê bikin. Her wiha ciwanên Kurd xwest ku SPD ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî hewl bide.