Ciwanên Kurd ji bo Ocalan li pêşiya CPT’ê hatin ba hev
Ciwanên Kurd ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya CPT’ê çalakiyek li dar xistin û bi rayedaran re civiyan.
Ciwanên Kurd ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya CPT’ê çalakiyek li dar xistin û bi rayedaran re civiyan.
Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya CPT’ê çalakiyek li dar xistin û bi rayedaran re civiyan.
Ciwanên Kurd hemû barîkat derbas kirin û ketin hewşa CPT’ê. Rayedarên CPT’ê nikarîn ciwanan asteng bikin û daxwaza hevdîtina bi ciwanan re qebûl kirin.
CPT JI PEYWIRA XWE DIREVE
Ciwanên Kurd hevdîtina xwe ya bi CPT’ê re nirxandin û diyar kirin ku hevdîtin baş derbas nebûye. Ciwanan diyar kirin ku rayedarên CPT’ê gotine, “Rewşa Ocalan baş e, meraqan nekin.”
Ciwanan bal kişandin ser vî tiştî ku, ew ê çalakiyên xwe roj bi roj geştir bikin.