Ciwanên Kurd gihiştin bajarê Kehl ê Elmanyayê

Meşa Dirêj a ciwanên Kurd a bi şîara “Azad Bike” ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê destpê kiribû, di saetên şevê de gihişte Navenda Çanda Elewiyên (NÇE) a Kehlê.

Ciwanan li NÇE a Kelhê, roja 6’emîn a Meşa Dirêj û 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî nirxandin.

Ciwanên ku di saetên şevê de gihişte Navend Çanda Elewiyan a Kehl, ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Ciwanan li NÇE meşa 6 rojan nirxandin, peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêvber a KCK’ê Cemîl Bayîk a têkildarî ciwanan û 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî temaşekirin.

‘JI HEYVA SOR A KURDISTANÊ XIMETA TENDURISTIYA CIWANAN KIR’

Heyva Sor a Kurdistanê jî bi armanca piştgirîkirina ciwanên Meşa Dirêj xebatkarekî tenduristiyê yê bi navê Osman Çakir şand. Xebatkarê tenduristiyê wê di tevahiya meşê de xebata tenduristiyê ya ciwanên Kurd bike, ji bo meş di aliyê tenduristiyê de ti astengî pêk neyê ev destek dan ciwanan.

CIWAN DI TEVAHIYA 6 ROJAN DE 170 KM MEŞIYANE

Meşa Dirêj a ji Manneheîmê destpê kir, li gelek deverên bajarên Elmanyayê re derbas bûn. Tevî bi dehan car hewldana êrîşa faşîstan jî, ciwanan meşa xwe domandin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Ciwanên ku peyama “Êrîşên faşîstan hatin vala derxistin, berxwedana ciwanên Kurd bi ser ket” wê sibehê ber bi bajarê Fransa Strasboûrgê ve bikevin rê. Ciwan wê bi çalakgerên Meşa Dirêj a Luksemboûrgê re bibin yek, wê beşdarî mîtînga mezin bibin. Ciwan wê sibehê li HBF a Kehlê li hev bicivin, wê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin.