Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê dest bi pêngava 'Serî hilde' kirin
Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê daxuyaniyek da çapemeniyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ragihandin ku wan dest bi pêngava 'Serî hilde' kirine.
Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê daxuyaniyek da çapemeniyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ragihandin ku wan dest bi pêngava 'Serî hilde' kirine.
Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê, li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Mala Kurdan a li Komara Xweser a Adigeyê hate dayin û hat ragihandin, ku ew tevlî pêngava Komalên Ciwan a bi navê 'Serî hilde' dibin.
Endamê Tevgera Ciwanên Kurd li Rûsyayê Menaf Dadoyev daxuyanî da û got, "Ev demeke dirêj de destûr nayê dayin ku Rêberê me malbat û parêzerên xwe bibîne. Di dema dawî de li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê me di nava raya giştî ya Tirk de agahiyên ku me dixin nava fikaran tên belavkirin. Gelê Kurd ji bo agahiyê ji Rêberê xwe bigire û dawî li tecrîda li ser wî bê anîn, li çar aliyên cîhanê rabûye ser piyan. Ciwanên Kurd jî wê di vê pêvajoyê de bi roleke hê çalak rabin û bi rengekî ku li ruhê ciwanên Apoyî tê li dijî tecrîdê têbikoşin."
Di dewama daxuyaniya xwe da Dadoyev ragihand ku ew tevlî pêngava 'Serî hilde' dibin û got, "Em bang li tevahiya ciwanên Kurd ên li Rûsyayê û hemû ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide dikin, ku li dora vê pêngavê bicivin."