Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Kurd a Rûsyayê bi kampanya 'Serî Hilde' êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kir.

Ciwanên Kurd li navçeya Platînîrovskaya ya Krasnodarê ya Federasyona Rûsyayê bi çalakiyekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Çalakî bi çarçoweya kampanyaya 'Serî Hilde' dest pê kir. Di çalakiyê de alayên YPG/YPJ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Li ser navê Tevgera Ciwanên Kurd Çerkezê Nadir axivî.

Nadir got, dewleta Tirk li Efrînê sûcê mirovahiyê kiriye û wiha domand: "Li ber çavê hemû dinyayê dewleta Tirk li Efrînê li dijî mirovahiyê sûc dike. Sivîlan dikuje û jîgehên sivîl bi jetan bombe dike. Çi kesê ku vê derfetê bi dest Tirkan ve tîne hevkarên vî sûcî ne. Gelê Kurd ku heta niha li ber ti kesî serê xwe netewandiye li ber Erdogan û çeteyên wî jî wê serê xwe netewîne."