Ciwanên kurd darvekirinên Îranê protesto kirin

Ciwanên kurd darvekirinên Îranê protesto kirin

Li bajarê Elmanya Koln'ê komekî ciwanên kurd darvekirina endamên PJAK’ê li Îranê protesto kirin.

Ciwanên ku li balyozyaxenay Îranê ya li bajarê Elmanya Koln'ê ku civiyan, darvekirinên demê dawî yên girtiyên kurd ji aliyê Îranê ve protesto kirin.

Ciwanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kurdistan û PJAK’ê hilgirtin li ser hev durûşmên li dijî Îranê qêriyan. Di daxuyaniyên ku li vir hatin kirin de diyar kirin ku darvekirin ji derveyî mirovahiyê ne.

Ciwanên ku pêkanînên rejîma Îranê yên li ser kurdan weke ji derveyî mirovahiyê diyar kirin, û wiha gotin: “Aliyekî qebûlkirina vê yekê tûne ye. Em weke ciwanên kurd dest ji hesab xastina vê bernadîn.”