Ciwanên HDP’yî: Bi girtinan ciwan teslîm nabin

Desteya Rêveberiya Ciwanên HDP’ê diyar kir ku ciwan bi destgîrkirin-giritnê teslîm nabe û wiha got; “Bersiva me ya ji bo faşîzmê li her herêma lê geşkirina têkoşîna ciwanan e.”

Desteya Rêveberiya Ciwanan a HDP’ê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyeke nivîskî da.

Hevberdevka Cwianan Tûna Aydin bal kişand li ser destgîrkirian û wiha got; “Bi destgîrkirina dixwazin îradeya ciwanan têk bibin û bi êrîşan dixwazin 2’emîn Konferansa Ciwanên HDP’ê ku hemû amadekariyên wê temam bûne asteng bikin.”

‘SEDEMÊ ÊRÎŞAN KRÎZA DESTHILATDARIYÊ YE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Hûn bi destgîrkirin û girtinan têkoşîna me ya ciwanan naqedînin. Hûn nikarin serhildana me ya li dijî zextan a li zanîngeh, kolan û fabrîqeyan biteqisînin. Dixwazin têkoşîna ciwan, jinan, kedkar û hemû bindestan bitepisînin. Sedem û hincetên van êrîşan jî krîza ku desthîlatdarî ava kiriye.”

EM Ê ÇONG NETEWÎNIN

Weke Meclîsa Ciwanên HDP’ê bersiva me ya li dijî faşîzmê li her herêma ku em lê ne geşkirian têkoşînê ye. 2’emîn Konferansa me wê bersiva van êrîşan be û li dijî van êrîşan em ê li dijî dîktatoriya yek zilamî tevgera ciwanan birêxistin bikin û em soz didin ku em ê têkoşînê xurtir bikin.

Em ê ala ku dewrî me hatî kirin bêyî ku li berdê bixin bilîng bikin. Mehmet Tunç ‘li jêrzemÎnian de gotibû em çong nadanîn’. Di dîrokê de kesên çong nedanîn biser ketin û soza dawî jî yên liberxwe didin dibêjin.

Ciwan wê tesl3imî politîkayên zextê yê qesrê nebe.”