Ciwanên Azad: Piştî komployê sîstema tecrîdê kete dewrê

Ciwanên Azad diyar kir ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hatiye pûçkirin, lê piştre sîstema tecrîdê ketiye dewrê.

Ciwanên Azad li ser salvegera 20'an a Komploya 9'ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komplo di nava 20 salan de bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatiye pûçkirin, lê piştre tecrîd ketiye dewrê.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji sala 2011'an û vir ve parêzer, ji sala 2016'an û vir ve jî malbat nikarin Ocalan bibînin û hate destnîşankirin, divê êdî ciwanên Kurd bikevin dewrê. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê tecrîdê rakin û berxwedana bi heybet a Rêberê xwe bi ser bixînin."

DMME Û CPT RÛYÊ XWE YÊ RAST EŞKERE KIRIN

Ciwanên Azad işaret bi tecrîda giran a li Îmraliyê kir û got, "Êdî bûye rejîma qirkirinê. Saziyên mafên mirovan ên weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di mijara Rêberê me de rûyê xwe yê rast nîşan dan. Pêwîste ciwanên Kurd êdî vê rastiyê bibînin; ti ji saziyên modernîteya kapîtalîst li dijî tecrîdê nînin û nahêlin tecrîd were rakirin."

'ERKA CIWANAN E KU XWEDÎ LI BÎRANÎNA UMÎT ACAR DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de rola ciwanên Kurd ên li Ewropayê bi taybetî hate bibîrxistin û hate gotin, "Hevrêyê me Umît Acar bi çalakiya xwe ya canfedane tevlî nava karwanê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bû. Wezîfeya me ciwanên li Ewropayê ye ku em xwedî li bîranîna wî derkevin. Bêdengiya li pêşberî tecrîdê, sekneke exlaqî nîne. Bi rêxistinbûneke hîn xurtir em dikarin bibin hevrêyê Rêberê Apo."

Di dawiya daxuyaniyê de Ciwanên Azad soz da ku wê bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe geş bikin.