Ciwanên Azad li Parîsê li dijî tecrîdê çalakî li dar xistin

Ciwanên Azad Parîs li ber Sacrê Coeûrê ku ji cihê herî qelebalix a Parîsê ye, got: “Ji Tecrîd û Şerê Qesrê re bêje raweste.”

Ciwanên Azad Parîs li ber Sacrê Coeûrê ku ji cihê herî qelebalix a Parîsê ye, got: “Ji Tecrîd û Şerê Qesrê re bêje raweste.”

Endamên Ciwanên Azad ên li paytexta Fransa Parîsê li hev kom bûn, li ber cihê herî tûrîstîk a Parîsê, Sacrê Coeûrê (Dêra Spî) bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina polîtîkayên şerên qirêj ên ku çeteyên Erdogan/AKP’e li Kurdistanê dimeşînin, çalakiya protestoyî li dar xistin. Ciwanan anîn ziman ku tecrîda girankirî ya ji 5’ê Nîsana 2015’an ve li ser Ocalan tê meşandin, israra polîtîkayên şerên qirêj ên ku desthilatiya AKP’ê li ser gelê Kurd dimeşîne dide nîşandan û ev peyam dan: “Heta Rêbertiya me bi awayekî fîzîkî azad bibe û şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin raweste, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Ji Bo Kurdistanê Çareseriya Polîtîk”, “Ji Ocalan Re Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

...