Ciwanên Azad: Divê çalakî bi şêweyekî herî bihêz dewam bikin
Ciwanên Azad: Divê çalakî bi şêweyekî herî bihêz dewam bikin
Ciwanên Azad: Divê çalakî bi şêweyekî herî bihêz dewam bikin
Ciwanên Azad diyar kir divê çalakiyên ji bo xwedîderketina li Kobanê bi şêweyekî herî bihêz dewam bikin.
Ciwanên Azad a daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir hêzên serwer dema xwestine desthilatdariya xwe li ser Rojhilata Navîn çêkin di tevahiya dîrokê de Kurdistan weke qada şer hilbijartine. Ciwanên Azad diyar kir dîrok îro şahidiyê ji şerê herî qirêj, zexel ê li Kurdistanê re dike û wiha dewam kir: “Hovên DAIŞ ên di bin çavdêrî û kontrola hêzên hegemonîk ên herêmê û global de xwe afirandin, îro di serî de di kesayeta gelê Kurd de roleke tehdîtkirina hemû însantiyê girtine ser xwe.”
Ciwanên Azad diyar kir li Kobanê 26 roj in şerek û berxwedanek mil bi mil a destanî û lehengî tê meşandin û wiha got: “Hedefa vê rêxistina hovane ya Îslamê ji bo xwe weke mertal û maske bi kar tîne di rastiyê de ne dewlet û jiyaneke li ser bingeha Îslamê ye. Hedefa bingehîn a van hovan tinekirina hemû destkeftiyên di destê gelê Kurdistanê de û ji holê rakirin e. Li Rojava şêweyê jiyana wekhev û demokratîk a bi felsefeya Apoyî hatiye avakirin tine kirine. Îro bi şêweyekî hîn zelaltir dîtina vê mimkun e. Dîsa xaleke din a divê were fêmkirin jî; berxwedan û şerê li Kobanê tê meşandin di kesayeta hovên DAIŞ de rasterast li hemberî hikûmeta AKP’ê hatiye dayîn. Ev çend Kobanê tengkirin, xistina di dorpêçê de û di bin tehdîta çeteyan de hiştin, di çarçoveya pêngavên hikûmeta AKP’ê yên pêvajoya bi Rebertiya me û Tevgera Azadiyê re dimeşîne re xwe gihandina pozîsyoneke hîn bi hêztir e. Ketina Kobanê wê tezên AKP û yên hevalbendên wê piştrast bike. Ji ber vê yekê yekane hedef û armanca wan êrîşên li ser Kobanê dikin û xistina wê ye. Bi desteka veşartî didin hovên DAIŞ yekane armanc xistina Kobanê ye. Bi kirina vê dixwazin Kurdan bê bawerî û îrade bikin. Bi vî awayî wê polîtikayên ku 100 sal in tên ên înkar û îmhayê bixin meriyetê .”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di serî de gelê li Ewropayê û di heman demê de Bakurê Kurdistan û gelên li metropolayên Tirkiyeyê ev bi şêweyekî pir baş nîşan dan û wiha hat gotin: “Wê polîtîkayên rêxistina çeteyan a DAIŞ a pêkhateya hikûmeta AKP’ê û alîgirên wê ye bi ser nekeve û Kobanê wê nekeve.”
Ciwanên Azad diyar kir ji roja êrîşên AKP’ê û hovên DAIŞ ên AKP xwedî dike, destpê kirine gelê Kurd ê li Ewropa dijîn bi taybet ciwan bi şêweyekî aktîf di nava çalakiyan de cih girtine û wiha dewam kir: “Bi bilindkirina van çalakiyan re xwe li Ewropa kirine dengê gelê Kobanê û şervanên YPG-YPJ’ê yên bi lehengî li ber xwe didin. Ev çalakiyên hîna didomin çalakiyên pir bi wate û bi rûmet in. Divê em vê bizanin ku ji bo şervanên li Kobanê bi lehengî têdikoşin hêzekî mezin a moral û manewî çêkirine. Erka bingehîn a ciwanên li Ewropa yên di ferqa vê de ne; bê ku rawestin, bêhn bidin û timî bilindgirtina motîvasyona xwe heya têkoşînê bi serkeftinê tacîdar dikin çalakiyên xwe yên li ser bingeha demokratîk û rewatiyê hîn bi radîkaltir bikin û dewam bikin. Weke Rêbertiya me gotiye li her cihê DAIŞ hebe em ê heya dawî li ber xwe bidin.
Yên vê têkoşînê bilind bikin, bigehînin serkeftinê û bi serkeftinê tacîdar bikin bêguman ciwanên leheng ên Kurd in. Weke dîrok fermand dike em weke ciwanên Kurd vê erka xwe diyar dikin, bûna xwedî pratîkeke ji hemû demê hîn bi hêztir û em ê van hovan ji ser xakên xwe derxin. Ev têkoşîn deynê me ciwanan a namûs û rûmetê ya ji bo welatê me ye.
Roj roja em deynê xwe yê namûs û rûmetê bînin cih e.
Roj roja mezinkirina berxwedanê ye.
Roj roja di kesayeta Kobanê de azadkirina Rojava ye.”