Ciwanê Kurd înfaz kirin?
Ciwanekî ji Kurdistanê yê bi navê M.A ku li Antalyayê bi kontrala rê de hate binçavkirin, hate gotin ku li avahiya emniyetê xwe kuştiye. Guman hene ku M.A hatibe kuştin.
Ciwanekî ji Kurdistanê yê bi navê M.A ku li Antalyayê bi kontrala rê de hate binçavkirin, hate gotin ku li avahiya emniyetê xwe kuştiye. Guman hene ku M.A hatibe kuştin.
Ciwanê bi navê M.A ê 24 salî ku li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê di kontrola rê de hate binçavkirin, hate îdîakirin ku ji qata 3’yan a avahiya Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê xwe avêtiye xwarê û xwe kuştiye.
Ekîbên Qereqola Başûr ên bi ser Fermandariya Jandarma a Navçeya Gazîpaşayê, şevê dî di kontrola rê de otobûseke rêwiyan a ku ji Kurdistanê dihate rawestand. Di kontrolê de M.A hate binçavkirin.
M.A piştî ku li jandarma lêpirsîna wî qediya birin edliyê û piştre li dozgeriyê îfade da û piştre jî ew radestî polîsên Şûbeya Têkoşîna Dij Terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Elanyayê kirin. M.A ji edliyeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Gazîpaşayê û hate gotin saet li derdora 18.00’an ji qata 3’an xwe avêtiye û xwe kuştiye.
Cenazeyê M.A ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî.
Sicîla qereqolên dewleta Tirk li ser mijara înfaza li qereqolan tije ye, ji bo vê jî guman hene ku M.A hatibe înfazkirin.