Ciwanê ku leşkeran li ser sînor birîndar kir jiyana xwe ji dest da

Ciwanê ku leşkeran li ser sînor birîndar kir jiyana xwe ji dest da

Îsa Îkîz ê li ser sînorê Hatayê di encama gulebarandina leşkeran de bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. 

Li gundê Kuşakli yê girêdayî navçeya Reyhanli ya Hatayê duh danê sibê bi sedema ji Sûriyeyê mazot anîne li hemberî komeke qelebalix ji aliyê leşkeran ve operasyonek hat lidarxistin. Di operasyonê de yek jê zarok 8 kes birîndar bibûn. Di opersyonê de Îsa Îkîz ê 25 salî di encama gulbarandina leşkeran de ku bi giranî birîndar bibû û biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Antakya jiyana xwe ji dest da. 

Cenazeyê Îkîz piştî otopsiya dozger ji bo bê defnkirin birin gundê Konuk.

Her wiha hat îdiakirin ku birayê Îsa Îkîz Muhammed İkiz jî sala borî bi maşîneya xwe dema hişyariya leşkeran a raweste, guhdarî nekiriye û reviyaye qeza kiriye û jiyana xwe ji dest daye.