Ciwanan piştgirî dan akademîsyenên ku ji kar hatine dûrxistin

Însyatîfa Ciwan jî Hene, ji dûrxistina kar a akademîsyenan li Kadikoyê protesto kirin.

Însyatîfa Ciwan jî Hene, ya ku Betûl Celep a ku ev 20 roj in li Qada Kalkedon a Bakirkoyê di nobeda edaletê de ye ziyaret kirin, akademîsyenên ku bi BDQ’ê de ji kar hatine dûrxistin protesto kirin. Di çalakiyê de endama Egtîm Senê Şahîn Tumuklu û Sema Ûyar ên ku ji kar hatine dûrxistin jî amade bûn, pankarta bi nivîsa “Li dijî Rewşa Awarte û BHQ’ê de, ciwan jî hene. Dest nede mamoseteyê min” vekiribûn û dowîzên mîna “Na, ciwan jî hene”, “Na, ji bo azadiya zanîngehan ciwan jî hene” û “Ciwanên ku ji Pirsûsê heta kamûsan aştiyê dixwazin jî hene” hatibûn bilindkirin.

‘DIXWAZIN QADA AKADEMÎK VEGERÎNIN ÇOLAN’

Şahîn Tumuklu a ku endama Egtîm Sen a no 1 ku bi BHQ’ê ji kar hate dûrxistin axivî. Tumuklu diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi salan cenawerê ku xwedî kirî kir hincet û dixwaze hemû beşên muxalefetê bêdeng û bihelîne. Tûmuklu wiha got: “AKP ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne dixwaze hemû dînamîkên têdikoşin bişewitîne. Dixwaze nifşekî weke ku ew dixwazin bixuliqînin. Dixwazin ada akademîk vegerînin çolê.” Tumuklu diyarkir ku wê têkoşînê bidomînin.

 ‘EM Ê LI HER DERÊ BÊJIN NA’

Piştî axaftina Tumuklu li ser navê Însyatîfa Ciwan jî Hene Ebrû Nolbant daxuyanî xwend. Nolband diyar kir ku bi Biryanameyên di Hikmê Qanûnê de bi sedan akademîsyen, endamên perwerdehiyê ji kar hatin dûrxistin, bi BHQ’ya dawî re 330 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin. Nolbant destnîşan kir ku ew wek ciwan wê heta dawiyê xwedî li akademîsyenan derbikevin. Nolband wiha got: “Em weke yên bi gotina ‘Ji serokatiyê re na, ciwan hene’ ne li gel akademîsyenên ku ‘Zimeta Piyaseyê’ dike; em xwedî li nirxên zanîngehan ên ku sûdê didin civakê der dikevin. Em bang li her kesê dikin kul i dijî Rewaşa Awate û BDQ’ê de li her cihî; li zanîngehan, kampusan, refan, li bajaran bibêjin ‘NA’ dikin.