Ciwanan li Munchenê pêşî li faşîzma AKP'ê girtin
Li Munchenê, ciwanên Kurd faşîzma AKP'ê şermezar kirin û rê nedan AKP'yiyan.
Li Munchenê, ciwanên Kurd faşîzma AKP'ê şermezar kirin û rê nedan AKP'yiyan.
Tevî gelek bajarên Elmanyayê, li Munchenê jî faşîzma AKP'ê hat şermezarkirin.
Bi qasî 500 kesên li Karlplatzê li hev civiyan, bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê re deqeyek rêz girtin.
Di mîtîngê de li ser navê Ciwanên Azad, Sara-Komuna Jinê, Jinên Ciwan ên Azad, YXK Munchen, Meclîsa Civaka Demokratîk, Antîfa, Dîe Lînke, MLPD axaftin hat kirin û belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin.
CIWANÊN APO'YÎ RÊ NEDA FAŞÎZMÊ
Însiyatîfa Ciwanên Apoyî li dijî meşa AKP'yiyan a faşîst, rê girtin. Faşîstekî ku bi motorsîkletê bi ser ciwanan de ajot, hat girtin. Li hemberî vê faşîstê ku motorsîkleta wî hat şikandin, xweparastin hat kirin.
Polîsan jî êrîşî ciwanan û dostên Kurdan kirin.