Ciwanan li Mêrsîn û Edeneyê tecrîd û komplo protestokirin

Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Mêrsînê, li dijî tecrîdê li ser dîwaran nivîs nivîsîn, li Edeneyê jî ciwanan pankart vekirin.

Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê ji bo protestokirina komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina greva Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiyek kirin.

Ciwanan li Taxa Çay a girêdayî navçeya Akdeniz ê bi nivîsên li ser dîwarên kolanan ên mîna ‘Greva birçîbûnê di roja 101’ê de ye’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Dawî li tecrîdê bînin’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’  tecrîd û  komploya li ser Ocalan protesto kirin.

Li Edeneyê jî komeke ciwanan li taxên Yenîakkapi û Gulbahçe yên girêdayî navçeya Seyhanê pankata bi nivîsa ‘Em Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin. HGD’ li ser hatî nivîsîn daliqand û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re qîr kirin.