Ciwanan li Marsîlyayê çalakî kirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, çalakiyên ji bo piştgiriya Leyla Guven dewam dikin.

Aktîvîstên Marsîlyayê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger li sê deverên cuda çalakiyên bêîteatiya sivîl kirin. Doh êvarê saet 19'an li Gara Saînt Charles û li Zanîngeha Aîx Marseîlleyê çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku heta bidawîbûna tecrîdê ciwan wê her li qadan bin û bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

Ji bo meşa girseyî ya roja Çarşemê jî banga tevlîbûnê hate kirin.