Ciwanan li Lavrîoyê tecrîd protestokirin

Ciwanan li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê protestokirin.

Endamên tevgera ciwanan li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara DYA’ya li ser şoreşgeêrn Kurd ên Tevgera Azadiya Kurd ya îmha û tesfiyekirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava bi meşekê protestokirin.

Meşa ku ji kampa Lovrîoyê destpê kir posterên Ocalan û alên PKK, KCK û YPG hatin bilindkirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin qîrkirin.

Meş li Qada Lavrîoyê vegeriya mîtîngê.

 Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, li ser navê Meclîsa Ciwanên Lavrîoyê daxuyanî hate dayayîn. Piştî daxuyaniyê û şûnde girse bi dirûşman ve belav bûn.