Ciwanan ji bo azadiya Ocalan çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger, li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger, li paytexta Swêdê Stockholmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.
Ciwanan pankarta bi nivîsa ''Ji Ocalan re azadî'' li pira ku ser tûnela ku diçe navenda Stockholmê daleqandin. Ji bombeyên mijê ku li pişt pankartê danîbûn dûxana kesk û sor û zer diçû ezmanan.
Hate gotin pankart demeke dirêj li ser pirê ma û ajokaran pir bala xwe dane pankartê. Ciwanan diyar kirin heta ku Ocalan azad bibe wê çalakiya xwe bidomînin.