Ciwan nema dikarin xwe li tecrîdê ragirin

Ciwanên tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bûne gotin ku ew nema dikarin xwe li tecrîdê ragirin.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasobûrg ê Fransayê ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23'ê Cotmehê bi daxuyaniya çapemeniyê ya 63 saziyan dest pê kir, di roja 28'an de ye. Li gel zivistanê û hewa sar, Kurdistanî ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dixwazin ku bi erka xwe rabe. Ciwanên Kurd ên tevlî çalakiyê bûn, bersiv dan pirsên ROJACIWAN.

Veysî Wîraz ciwanekî ji Şirnexê ye. Ev bû 7 sal ji Stenbolê bar kiriye Belçîkayê. 9 salan li Stenbolê ma. 15 roj in di çalakiya rûniştinê de ye. Veysî Wîraz got, "Heta ku Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Divê ciwan bi hev re, mil bi mil tecrîdê bişikînin û xwedî li Rêbertî derkevin. Heta niha em bi qasî 20-30 ciwan bi rengekî çalak tevlî çalakiyê dibin. Em bi erka ewlekariya çalakiyê radibin. Heta vê gavê êrîşeke cidî nebû. Heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê ji vê qadê dernekevin. Li ser bingeha pêngava 'Serî hilde' ya ciwanan, pêwîste hemû ciwanên Kurd ya berê xwe bidin Strasboûrgê ya jî li cihên lê ne dest bi çalakiyan bikin."

'SERÎ LI BER TECRÎDÊ HILDE'

Mazlûm Qamişlo, ku ji roja destpêkê ve di nava çalakiyê de cih digire, ciwanekî ji Rojava ye. Mazlûm got, "Em êdî vê tecrîdê û êşkenceyê qebûl nakin" û wiha dewam kir: "Tecrîdeke giran li ser Rêberê me heye. Divê her ciwanek dakeve qadan. Bi vî rengî em dikarin Rêberê xwe azad bikin. Me ti carî xwe ji fedayîbûnê venegirt. Eger hemû ciwan tevlî kampanya serî hilde bibe, em ê hingî karibin tecrîda li ser Rêberê xwe rakin."

'EM NEMA DIKARIN XWE LÊ RAGIRIN'

Rodî Yûsûf ji bajarê Bruksel ê Belçîkayê hatiye. Yûsûf bi bîr xist ku tevî hewa sar û şert û mercên giran ên zivistanê jî ev 28 roj in çalakiya wan a li Strasboûrgê dewam dike û got, "Me daxwaza xwe gelek caran ji CPT û Konseya Ewropayê re ragihand. Heta ku daxwaza me bi cih were anîn, em ê çalakiya xwe bidomînin. Em dixwazin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Ji bo rojekê jî êdî em nikarin xwe li vê tecrîdê ragirin. Ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi çi hebe, em ê wê bikin."