Ciwan li Bordeaûxê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bordeaûx ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Çalakiya ciwanan roja Şemiyê saet di 19:00 de li qada Grand Theatreyê dest pê kir.

Ciwanan daxuyaniyek dan û di çarçoveya pêngava "Bi hev re serhildan" de li dijî tecrîdê banga lidarxistina çalakiyan kirin.

Ciwanan her wiha diyar kirin ku wê 5'ê Îlonê li Elmanyayê beşdarî çalakiya Meşa Dirêj bibin.

Di meşê de ku li kolana Saînte Catherîneyê dewam kir bi zimanên Fransî û Kurdî pankartên bi nivîsa "Bi hev re serhildan", "Rojava biparêze" hatin hildan û aleke mezin a TCŞ'ê hate vekirin.

Ciwanan dûyê reng bi reng hi dan û dirûşmên bi zimanên Kurdî û Fransî ji bo azadiya Ocalan qîriyan.

Di çalakiyê de berxwedana gerîla ya li Heftanînê hate silavkirin.

Meş piştî nîv saetê bi qîrîna dirûşmên "Ji bo azadiya Rêber Apo", "Bi hev re serhildan" bi dawî bû.