Civata giştî ya HDK'ê dest pê kir
8. Civata Giştî ya HDK'ê bi beşdariya bi sedan delegeyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir.
8. Civata Giştî ya HDK'ê bi beşdariya bi sedan delegeyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kir.
8. Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Plaza Otel a Enqereyê dest pê kir. Tevî gelek delegeyên ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Bedran Ozturk, parlamenterên HDP'yî, Hevseroka KESK'ê Aysûn Gezîcî, nûnerên EMEP, SYKP, Hewldana 78'an, TTB, ÎHD; Kongreya Îslama Demokratîk, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.
Li salona kongreyê bi zimanên Kurdî, Ermenî û Tirkî pankart hatin daliqandin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê li ser armanca damezrandina HDK'ê û karên kiriye, wê axaftin bên kirin û nûnerên pêkhateyên HDK'ê wê yek bi yek biaxivin.
Tê payin ku peyamên siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û TEV-DEM'ê ku rêxistinbûna siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê ye, bên xwendin.