Çînê polîtîkaya xwe ya yek zarokî terk kir
Çînê polîtîkaya xwe ya yek zarokî terk kir
Çînê polîtîkaya xwe ya yek zarokî terk kir
Rêveberiya Çînê polîtîkaya xwe ya yek zarokî ku ev demeke dirêje di meriyetê de bû nerm kir. Li Çînê ku 1.35 mîlyar kes lê dijîn, ji malbatekê yek jin an mêr ger yekane zarokên dê û bavê xwe bin, dê bikaribin zaroka duyemîn çêbikin.
Yek ji polîtîkayên herî tund ya Partiya Komunîst a Çînê ya di mijara plana nifûsê de hate sererastkirin. Komîteya Navendê ya Partiyê di serê hefteyê de hate cem hev û sînorkirina li welat yek zarok bi şertan rakir.
Li Çînê êdî di malbatê de jin an jî mêr, ger yekane zarokên dê û bavê xwe bin dê karibin zaroka duyemîn bînin dinê. Di vê reşê de tê texmîn kirin ku 10 mîlyon malbat dê bibin xwedî zarokê duyemîn.
Polîtîkayên plana nifûsa çînê, dîrek bandorê li ser rola qada global û herêmê dike. Dema welatê Çînê ji derve re girtîbû, nekaribû nifûsa xwe xwedî bike û piştî di qada global de bû hêzeke aborî fikarên xwe yên der barê nifûsê de jî li pey xwe hişt.
Di sala 1979’an de sînorkirina yek zarokekî ket meriyetê û wê demê nifûfa welat 984 mîlyon bû û niha 1. 35 mîlyar e. Ger sînorkirin nehatiba danîn dê niha 1.75 mîlyar ba.
Pisporên Çînê diyar dikin ku polîtîkaya yek zarokî ji bo pêşveçûna aboriya welat gelek bûye alîkar û îro ji sedî 10 mezin bûn di encama vê polîtîkayê de pêk hatiye.
Ji ber vê sînorkirinê her kes di bin zextan de bû. Her wiha li gundan ger jinek cara duyemîn ducanî bûya bi zorê dihat kurtaj kirin û ji ber ku di şert û mercên nebaş de dihatin kurtajkirin dimirin. 4 hezar jin bi vî awayî mirin.
Mijareke din ya balê dikişînine hevsengiya zayendê ye. Di welidînan de li hemberî 6 zarokên kurd zarokek keç tê dinê. Sedema vê polîtîkayê jî eve ku malbat zarokên keç kurtaj dikin û dixwazin bibin xwedî kur.
Li gorî texmînan di 6 salên pêş de şansê zewaca 30 mîlyon Çînê tune.