CIIS: Divê hemû akademîsyenên cîhanê dagirkeriyê mehkûm bike

Li gorî daxuyaniya li zanîngeha bi navê California Institute of Integral Studies, peyama piştevaniyê da Zanîngehên Rojava û Akademiya Mezopotamya ya Zanistên Civakî yên li Rojava.

Di daxuyaniyê de bi zimanekî tund êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava ku sivîl tê qetilkirin şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser girîngiya perwerdehiya Zanîngeha Rojava û Akademiya Mezopotamya ya Zanistên Civakî û hate gotin ku di qada navneteweyî de destekê digirin. Her wiha di daxuyaniyê de hişyariya ku ev êrîş li gel astengkirina perwerdehiyê jî wê bi xwe re windahiyên mezin ên sivîlan jî bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû akademîsyen û perwerdekarên li cîhanê hate kirin ku divê êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mehkûm bike.