CÎA êdî dê bi tirkî jî sîxurtiyê bike

CÎA êdî dê bi tirkî jî sîxurtiyê bike

CÎA ku heya niha ji bo xebatên sîxurî bi 8 zimanên weke Îngilîzî, Spanî, Erebî, Çînî, Koreyî, Rûsî, Fransî û Kurdî xebat dikir, zimanê Tirkî jî xist nava lîsteya xwe ya sîxuriyê.

CÎA bi zimanên Îngilîzî, Spanî, Erebî, Çînî, Koreyî, Rûsî, Fransî û Kurdî bi giştî bi 8 zimanan xebat dikir, zimanê Tirkî jî xist nava lîsta xwe. Pisporê ku berfirehbûna CÎA ya Tirkî nirxan da diyarkirin ku, ji bo berjewendî û polîtîkayên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn û Asya navîn pêwîstî bi sîxurê ku zimanê Tirkî dizane heye.

Hêjayî gotinê ye ku, beriya vê jî hatibû îdîakirin ku dibistanên Cemaeta Gulen li welatên Rojhilata navîn û Asyayê baxçeyê pişt yê CIA’yê ne.