CHP’ê xwest hilbijartinên navçe û Serokkomariyê bên betalkirin

CHP’ê serî li YSK’ê da û xwest ku hilbijartina li 39 navçeyan, hilbijartina Serokkomariyê û hilbijartina serdema 27’emîn were betalkirin.

CHP’ê ji bo ku li hemû Stenbolê hilbijartin were betalkirin, serî li YSK’ê da.

CHP’ê xwest ku bila hilbijartinên li 39 navçeyên Stenbolê, hilbijartina Serokkomariyê ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de û hilbijartina Parlementeriya Serdema 27’ân jî were betalkirin.

CHP’ê di serlêdana ji bo YSK’ê de got ku “YSK’ê diyar kiriye ku di sindoqan de nelirêtî hatiye kirin. Heke wisa be nexwe vê nelirêtiyê bandor li 39 navçeyan kiriye. Ji ber ku hilbijartina şaredarî, endamtiya meclîsa şaredariya navçeyan û hilbijartina muxtaran li van sindoqan hatiye kirin.”