CHP: AA li ser sûc hate zeftkirin

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê û Berdevkê Partiyê Bulent Tezcan, di daxuyaniya têkildarî encamên hilbijartinê dayî de diyar kir ku Ajansa Anadolû li ser sûc hatiye zeftkirin.

Berdevkê CHP’ê Tezcan di daxuyaniya çapemeniyê de ev tişt got: “Rêjeya ku AA diyar kirî ez ji bo we bêjim. Piştre jî rêjeya li gel me bi we re parve bikim. AA ji sedî 70 destpê kir.”

 Tezcan wiha got:

“Li gorî daneyên me 638 sindoq hatine vekirin. Erdogan ji sedî 46,58, Muharrem Înce ji sedî 40, Demîrtaş ji sedî 4, 06. Perîncek ji hezaran 61 li ser ekranê hate parvekirin. Ji sedan 5 sindoqên hatî vekirin ev encam e. Ti demê Erdogan ji sedî 48 derbas nekiriye. Li gorî daneyên AA ya li ser sûc hate zeftkirin, hê ji sedî 3 nehatî vekirin ji sedî 77 da.”

Tezcan îşaret bi wê yekê kir ku çavkaniyên hikûmetê rê li ber aloziyên civakê vedike. Bang li rayedaran kir ku bi baldar bin.