Chomsky: Tirkiye di binpêkirina azadiya çapemeniyê de yekemîne
Chomsky: Tirkiye di binpêkirina azadiya çapemeniyê de yekemîne
Chomsky: Tirkiye di binpêkirina azadiya çapemeniyê de yekemîne
Noam Chomsky piştî serdana xwe ya Tirkiyeyê da diyarkirin ku, Tirkiye di aliyê binpêkirina azadiya çapemeniyê de yekemîne.
Profesor Noam Chomsky ku di cîhanê de binav û denge piştî serdana xwe ya Tirkiyeyê daxuyaniyên girîng dan. Chomsky di 6’ê Adara 2013’an de ji hunermendê Tirk-Emerîkî TJ Armand re axivî û wiha got, li gorî saziyên sivîl yên ku azadiya çapemeniyê dişopîn, Tirkiye di mijara binpêkirina fikir û hunerde di rêzên pêş de ye.
Chomsky di derbarê serok Dewletê Venezuelayê Hugo Chavez yê ji ber penceşêrê jî jiyana xwe ji dest dayî fikrên xwe anîn ziman û her wiha têkildarî polîtîkahyên Hikumeta Erdogan yên vê dawiyê jî girte dest. Chomsky polîtîkayên Serok Dewletê DYA’yê Obama yên hundir û derve pir xeter dibîne û got, heta Obama di mijara zewicandina hemcinsa de ku erênî nêz bibû jî ne samîmiye.