ÇHD: Em dê bibin dengê kurd û muxalîfan

ÇHD: Em dê bibin dengê kurd û muxalîfan

Di saetên serê sibê de di nav de Stenbol, Enqere û Îzmîr jî hebû li 7 bajaran bi awayekî hemwext serdegirtin pêk hatin û di nava wan de parêzer jî hebûn gelek kes hatin binavçkirin.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Îzmîrê (ÇHD) derbarê serdegirtinan de daxuyaniyek da û diyar kirin ku ew dê parêzertiya kurdan û muxalîfan bidomînin. Buroya Asrinê ya Hiquqê ya Stenbolê jî diyar kir ku ew weke parêzerên şoreşgeran dê tu carî li dijî zextan serî netewînin û hat gotin ku dê bi zextan neyên ser rê.

ÇHD’a Îzmîrê li ber Edliya Îzmîrê daxuyaniyek da û binçavkirina 50 kesî ku din av de parêzer jî hebûn protestok ir.

Parêzerên li ber Bloka C ya Edliya Îzmîrê hatin cem hev daxwaz kirin ku kesên l Stenbol, Antalya, Enqere û Îzmîrê hatine binçavkirin bila bên berdan.

Li ser navê girseyê Parêzer Nergîs Tugba Aslan daxuyanî xwend û diyar kir ku sazî û kesên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin rastî êrîşan tên û got ev pêkanîn ne hiqûq û ne jî qanûn nas dike û got ev hiqûqa cezayê dijmin e.

Aslan wiha got: “Vê sibê bi awayekî hemwext bi ser Buroyên Hiqûqê yên Gel û mal û buroyên parêzeran de hate girtin. Di rojên borî de polîsekî ji parêzerên nûnerên navenda Giştî ya ÇHD’ê re gotibû dê hun jî bibînin.

Em weke komeleya Hiqûqnasên Hemdem, dê li dijî van zextan serî netewînin. Em parêzerên şoreşger, bindest û kurdan e.”

JI BUROYA HIQÛQÊ YA GEL DAXUYANÎ

Buroya Hiqûqê ya Gel jî daxuyaniyek da û got vê sibê saet di 04.00’an de serdegirtin pêk hatine û di nava wan de parêzer Ebru Tîmtîk, Barkin Tîmîk, Taylan Tanay, Gunay Dag, Betul Vangolu Kozagaçlı û endamên ÇHD Guçlu Sevîmlî, Şukriye Erdem, Naciye demîr, Gulvîn Aydin, Guray Dag, Efkan Bolaç û Serhan Arikangolu hatine binçavkirin. Her wiha got ku parêzer Oya Aslan û Ozgur Yilmaz û Selçuk Kozagaçolgu biryara girtinê hatiye dayîn.

Buroyê diyar kir ku ew parêzerên xwendekar, karker, memur, sendîkavan, şoreşger û çapmeniyê ne û wiha got: “Em parêzerên hemû bindestan e. Buroya me di vî warî de têkoşîna xwe didomîne. Ji ber vê AKP li dijî me zextan pêk tîne. Me tu carî serî li dijî wan netewand û em dê netwînin.”