Cezayê Yuksekdag hate pesendkirin

Cezayê girtîgehê yê Fîgen Yuksekdag a ku dîlgirtî ye, ji aliyê Dadgeha Adliyeyê ya Herêma Enqereyê hate pesendkirin.

Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 13’emîn salek û şeş mehe ceza lê hatibû birîn. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Adliyeyê ya Herêma Enqereyê ya 20’emîn hate pesendkirin.

Roportaja ku Yuksekdag di sala 2015’an de dabû Deûsche Welleyê 2 sal şûnde di 6’ê Hezîrana 2016’an de doz lê hatibû vekirin.

‘PKK TEVGEREKE AZADIYÊ YE’

Yuksekdag di roportaja xwe ev tişt gotibû: “Em HDP, têkiliyeke me bi PKK’ê re tune. Divê belge hebin. Yan na îddîayên gelekî beredayî ye, ev tişt. Me di hilbijartina parlementoyê de 13 ji sedî deng stend. Di kampanyaya hilbijartinê ya du mehan de 7 endamên HDP’ê hatin qetilkirin. Kujer heta niha jî nehatine darizandin. Yên ku hatin qetilkirin, ranehiştine çekê û tevî PKK’ê şer nekirine. PKK tevgereke azadiyê ya gelan e. Di heman demê de ji bo demokrasî û wekheviyê jî têdikoşe. Em bernameya PKK’ê ya ji bo bidestxistina hedefên wê pesend nakin. Lê divê em vî tiştî qebûl bikin ku bernameya wê ne teror e.”