Cezayê Mizrakli hate erêkirin, DEM Partiyê got, 'hukmê xwe nîne'

Desteya Reveberiya Navendî a DEM Partiyê li hemberî erêkirina 9 sal 4 meh û 15 roj cezayê ji aliyê Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind ve li Selçûk Mizrakli hatî birîn, nerazîbûnên xwe nîşan da û got ku ‘’ev yek nayê qebûlkirin.’’

Desteya Reveberiya Navendî a DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîski da û di daxuyaniya xwe de got: ‘’Cezayê girtîgehê yê 9 sal 4 meh û 15 rojan yê li Selçûk Mizrakli hatî birîn ji aliyê Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin ku Mizrakli di 31’ê Adara 2019’an de bi îradeya gelê Amedê hatiye hilbijartin û bi derbeya qeyûm ji wezîfeya xwe ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye dûrxistin.  Ev biryar ne biryareke hiqûqî ye, biryareke siyasî ye. Ev derbeya darazê di serî de gelê Amedê ji aliyê gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk ve nayê qebûlkirin û betal e.’’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin: Bi destê daraza ku piştevaniyê dide operasyonên siyasî yên desthilatdariyê li hemberî îradeya gelê Kurd ya hatî hilbijartin û mixalefetê hiqûqa dijmin tê sepandin.  Cezayê ku bi awayekî nehiqûqî li Selçûk Mizrakli yê ku bi dengên sed hezaran hatî hilbijartin, hatiye birîn  tê wateya tunehesibandina mafê hilbijartinê yê welatiyan. Her wiha serweriya gel ku şertê sereke yê rewabûna demokratîk e, di şexsê gelê Kurd de hatiye binpêkirin.’’

DEM Partiyê da zanîn ku ew ê qada siyaseya demokratîk li hemberî hewlên tasfîyekirinê yên bi derbeyên darazê tu caran bi paş de gav neavêjin û ev yek anî ziman:

‘’Di seranserê dîrokê de hewl hatiye dayîn ku siyasetmedarên Kurd bi kuştinên failê wan nediyar, girtîgeh û gelek rêbazên qirêj werin bêdengkirin. Lê belê wan tu carî dev ji rûmet û têkoşîna xwe ya aşitî  azadiyê bernedane. Tevî van derbeyên darazê jî ne Mizrakli ne jî  girtiyên din ên siyasî wê tu carî li hemberî pergala zilmê serê xwe netewînin.

Ev biryara ku ji aliyê daraza desthilatdariyê ya aligir û bindest hatiye dayîn, di çarçoveya qaîdeyên hiqûqa demokratîk ya gerdûnî û ji aliyê gelê Amedê ve nayê qebûlkirin û tu hikm û nirxê wê tune ye. Em vê biryara neheq û derhiqûqî bi awayekî tund şermezar dikin.’’